Boko Haram li Nîjeryayê tê qelskirin
Rêxistina Boko Haram ku bi êrîşên terorîstî û komkujiyên xwe yên li Nîjerya û welatên cîran tê naskirin, her derbê dixwe.
Rêxistina Boko Haram ku bi êrîşên terorîstî û komkujiyên xwe yên li Nîjerya û welatên cîran tê naskirin, her derbê dixwe.
Li gorî daxuyaniya Serokê Fermandariya Giştî, yekîneyên artêşê rêxistina Boko Haram ji bakurrojhilatê welêt bi temamî derxistine. Li gorî daxuyaniyê Boko Haram ji 20 wargehên beriya niha dagir kiribû, bi tenê li 3 ji wan maye.
General Tobîah Mînîmah ragihand ku bi operasyonên hefteyên dawî re wan derbên cidî li rêxistina Boko Haram xistine.
Mînîmah diyar kir ku 3 wargehên di destê rêxistinê de mane, wê di dema pêş de werin azadkirin û ew di vê mijarê de 'xweşbîn' e.