Li Fransayê beriya hilbijartinên meclîsa bajêr a du tûr ku di navbera 22-29’ê Adarê de wê bên lidarxistin, anket partiyên rastgir nîşan dide. Dibe ku di van hilbijartinan de neqşeya hilbijartinan bi temamî bê guhertin.
Li gor anketa ku saziya anketan ÎFOP ji bo rojnameya Le Fîgaro gazetesi û radyoya Europe 1 çêkiriye, di tûra yekemîn de wê dengên Eniya Neteweyî ya rastgir (Front Natîonal) ji sedî 30 bin û wê bibe partiya yekemîn.
Di rêza duyemîn de ji sedî 29 tifaqa rasgrirên navendî ya ji partiyên UMP û UDÎ pêk tê heye.Partiya Sosyalîst a desthilatdar, ji sedî 19 di rêza sêyemîn de ye. Partiyên din sînorê ji sedî 10 derbas nakin.
Rayedarê ÎFOP’ê Jérôme Fourquet, got ku partiya desthilatdar dibe ku di tûra yekem de bi têkçûneke mezin re rû bi rû were.
Li gor ankete din a ji aliyê ElectionScope hat kirin jî her çiqasî partiyên rastgir ên radîkal di tûra yekemîn de li pêş bin jî, di demên pêş diyarkirina serokên meclîsên bajaran de wê tenê rola hakemtiyê bilîzin. Li gor anketê di yekemîn tûra hilbijartinan de partiyên rastgir ji sedî 64’ê kantonên Fransa de dibin yekemîn.