Mezintirîn aboriya Yekîtiya Ewropayê Elmanya, ku çaremîn mezintirîn aboriya cîhanê ye, nifûsa wê ya ji 81 mîlyonî bi saya koçberiyê stabîl dimîne. Rêjeya giştî ya nifûsa extiyaran jî zêde dibe. Di navbera herêman de newekheviya nifûsê jî wê di nava 15 salên pêş de bêhtir diyar bibe.
Li gorî lêkolînên cuda, nifûsa Elmanya wê di sala 2030 de ji 75 heta 79 mîlyonî be. Nifûsa extiyarên zêdeyî 65 salî di sala 2009'an de ji sedî 20 ê nifûsê bû. Ev rêje wê di sala 2030 de bibe ji sedî 29. Ev jî tê wê wateyê ku ji 76 mîlyon ê nifûsa giştî wê 22 mîlyon jê mirovên zêdeyî 65 salî be.