Valentîn Raspûtîn jiyana xwe ji dest da

Ji nivîskarên navdar ê dema Sowyetê Valentîn Raspûtîn, di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Raspûtîn 'jiyana li gundan' a dema Sowyetê dikir mijara bingehîn a romanên xwe.

Ji nivîskarên navdar ê dema Sowyetê Valentîn Raspûtîn, di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Raspûtîn 'jiyana li gundan' a dema Sowyetê dikir mijara bingehîn a romanên xwe.

Hat ragihandin ku Raspûtîn demeke kurt beriya rojbûna xwe ya 15'ê Adarê, roja Şemiyê li Moskowê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest daye.

Li ser wefata nivîskarê navdar Wezîrê Çandê yê Rûsyayê Vladîmîr Medînskî daxuyaniyek da û got, "Gelek ji me bi pirtûkên wî mezin bû. Pirtûkên wî ji bo em welatê xwe yê bedew fêm bike, ji me re dibû alîkar."

Valentîn Raspûtîn ê di sala 1937'an de ji malbateke cotkar ji dayik bû, zarokatî û ciwantiya xwe li rojhilatê Sîbîryayê derbas kir. Şert û mercê zehmet ên vê demê, wê ji bo romanên wî bibûya çavkaniyek.

Piştî ku di salên 1970'yî de romanên wî hatin tercûmekirin, li welatên Rojavayî jî hat naskirin. Bi taybetî bi romana xwe ya bi navê "Dûrketina ji Matyora" bal kişand. Di vê romanê de Raspûtîn behsa çîroka jineke extiyar a li hemberî bendava li gundê wê bihata çêkirin, li ber xwe dida. Ji vê romanê fîlmek hat kişandin û ev fîlm di sala 1984'an de bû fîlmê vekirina Berlînale.