Li Rojavayê Afrîkayê pêşî li belavbûna şewba Ebola nayê girtin. Hat ragihandin ku hejmara mirovên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 10 hezar derbas kiriye. Di nava hefteya dawî de 400 kesên nû bi vîrûsê ketin.
Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara mirovên bi vîrûsê ketine gihaştiye 24 hezar 350 kesî. Ji van kesan 10 hezar 4 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li Lîberyayê 9 hezar 343 kes bi vîrûsa Ebola ketin, 4 hezar 162 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Welatê ku vîrûs herî zêde lê belav bûye Sîerra Leone ye ku 11 hezar 667 kes bi vîrûsê ketine, ji van 3 hezar 655 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Li welatê şewbê jê destpê kir li Gîneyê, 3 hezar 330 kes bi vîrûsê ketin, 2 hezar 187 kes mirin.