Li Hîndîstanê li hember alima jin a 75 salî tecawiza komî

Li Hîndîstanê alima olî ya jin a 75 salî rastî tecawiza komî ya 12 kesan hat. Her diyarkirin ku her 12 kes diz in.

Li Hîndîstanê alima olî ya jin a 75 salî rastî tecawiza komî ya 12 kesan hat. Her diyarkirin ku her 12 kes diz in.

Li Hîndîstanê alima olî ya jin a 75 salî rastî tecawiza komî ya 12 kesan hat. Tê diyarkirin jina extiyar hatiye giredan û paşê rastî tecawizê hatiye.

Di bûyera ku êvara Înê rû da, hat diyarkirin diz ketine keşîşxaneya ku jina îxtiyar têde dijî. Rayedarên polîsan diyar kirin ji 12 kesan 2 kes hatine girtin.

Gel çawa bûyer bihîst, dest bi çalakiyan kir. Girse dixwaze sûcdar bi awayekî herî giran bên cezakirin.

Serokê Hikûmeta Eyaleta Bengal a Navîn Mamata Banerjee jî di daxuyaniya xwe de “êrîşa erjeng” şermezar kir û got ku bi awayekî herî bilez û bi xurtî wê bersivekê bidin.