Îxracata çekan: DYA, Rûsya li pêş in, Çîn bi pêş dikeve
Li cîhanê di îxracata çekan de para DYA û Rûsyê ji 5’an 3 ye û bilindbûna Çînê jî balê dikişîne. Çînê di 5 salan de îxracarata çekan ji sedî 143 zêde kir û ket rêza sêyemîn.
Li cîhanê di îxracata çekan de para DYA û Rûsyê ji 5’an 3 ye û bilindbûna Çînê jî balê dikişîne. Çînê di 5 salan de îxracarata çekan ji sedî 143 zêde kir û ket rêza sêyemîn.
Di rapora ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (Sîprî) hatiye weşandin de îstatîstikên firotina çekan a di navbera 2010-2014’an de hat weşandin. Di rêza yekem û duyem de DYA û Rûsyayê cih girt ya sêyem de jî Çînê cih girt.
DYA Û RÛSYA DI SEDÎ JI 60’Î DE, ÇÎN SÊYEM E
Di rapora Sîprî de hat gotin ku DYA ji sedî 31’ê di îxracata çekan de rêza yekem de cih digire, Rûsya jî ji sedî 27 di rêza duyem de cih digire.
Li gorî raporê de di rêza sêyem de jî Çîn cih digire. Li pey Çînê, Fransa û Elman dikevin rêzê. Sala borî Çîn bi ferqeq kêm ket pêşiya Fransayê.
WELATÊN ASYA Û AFRÎKAYÊ MUŞTERIYÊN BAŞ YÊN ÇÎNÊ NE
Di serê welatên ku Çîn çekan îxracê wan dike de Pakîstan bi rêjeya ji sedî 41 parê di rêza yekem de cih digire. Bangladeş û Brîtanya jî muşteriyê wan yên başin. Di raporê de hat gotin ku Çînê ji bo 18 welatên din yên Afrîkayê çek îxrac kirine.
Rapora îxracata çekan a Çînê di navbera 2005-2009’an de ji sedî 143 zêdebûnekê nîşan dide.
Hîndîstanê ji sedî 70 girtina çekan ji Rûsyayê pêk anî.
DYA bo gelek welatan îxracatê dike û herî kêm bo Başurê Koreyê kir. Ji sedî 9’ê îxracatê bo Başurê Koreyê kir.
Her wiha Emîrtiyên Ereban, Suudî Erebîstan, Misir û Israîlê jî ji DYA’yê ji sêyan yek îxracata çekan kirin.
Fransayê jî ji sedî 18 firotina çekên xwe bo Fasê kir.