Çeteyên DAIŞ’ê 2 hezar dîlgirtî qetil kirin

Li gorî daneyên ji aliyê Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hatiye weşandin, çeteyên DAIŞ’ê ji Hezîrana sala buhrî heta niha herî kêm 2 hezar dîlgirtî qetil kirine.

Li gorî daneyên ji aliyê Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hatiye weşandin, çeteyên DAIŞ’ê ji Hezîrana sala buhrî heta niha herî kêm 2 hezar dîlgirtî qetil kirine. Hat hînbûn ku piranî kesên hatin qetilkirin sivîlin û hinek jin û zarok jî di nav wan de hene.

Li gorî qeydên SOHR, komkujiyên DAIŞ’ê yên li dijî dîlgirtiyan, piştî dagirkirina Mûsilê piştî dewleta xîlafet ku qaşo hatiye îlankirin şûnde, zêde bûye. Ji wê dîrokê heta niha hezar û 260 kes ji sîvîlan pêk tên û 6 zarok û 8 jin jî hatin qetilkirin.

Di nava kesên hatin qetilkirin 5 dîlgirtiyên welatên Rojava, 2 rojnamegerên Japon û pîlotekî Urdunî hebû. Ev kes serê wan hatin jêkirin an jî wek bûyera pîlotê Urdunê bi zindî hat şewitandin.

Tê texmînkirin ku di destê DAIŞ’ê de hêj bi dehan dîlgirtiyên Kurd an jî sivîl hene. Hê ji hezaran jinên Êzidî agahî tine ye. Her wiha di dawiya meha Sibatê de nêzî 200 Xiristiyanên sivîl ji aliyê DAIŞ’ê ve li bajarê Tel Temir û derdora wê dîl hatin girtin.