DYA wê hilberîna petrolê zêde bike
Buhayên petrolê ji meha Hezîrana sala buhrî heta niha ji sedî 50 kêm bû û DYA di heman demê de bû welatê herî mezin ê hilberînerê petrolê a cîhanê.
Buhayên petrolê ji meha Hezîrana sala buhrî heta niha ji sedî 50 kêm bû û DYA di heman demê de bû welatê herî mezin ê hilberînerê petrolê a cîhanê.
Buhayên petrolê ji meha Hezîrana sala buhrî heta niha ji sedî 50 kêm bû û DYA di heman demê de bû welatê herî mezin ê hilberînerê petrolê a cîhanê. Ajansa Enerjiya Navneteweyî rapora mehane weşand, got ku hilberîna petrola salane ya DYA’yê îsal bilindtir e.
Li gorî rapora IEA’yê hilberîna pertrolê ya rojane a DYA’yê heta dawiya salê wê rojane derkeve 12 mîlyon 560 hezar varîlî. Ev jî nîşan dide ku wê rojane hilberîn 750 hezar varîlê din zêde bibe. Li DYA’yê li havzaya Bakken a eyaleta Dakota hilberîna petrola zinar rojane wê 200 hezar varîl zêde bibe.
Piştî DYA’yê welatê herî zêde petrolê hilberîne bi 10.8 mîlyon varîlî Rûsyaye. Siûdî Erebîstan jî rojane nêzî 10 mîlyon varîlî hildiberîne. Lê IEA’yê der barê hilberîna Siûdî Erebîstanê de rêjeyek fermî neda.
Li hemû cîhanê rojane hilberîna pertolê 94 mîlyon varîle. Tê payîn ku îsal zêde dibe. Hewcedariya petrola rojane jî wê derkeve 93.5 mîlyon varîlî.