Li Tunusê li hember muzeyê êrîş: 17 jê tûrîst herî kêm 19 mirî

Li Tunusê kesên çekdar êrîşî Muzeya Bardo ya li rex avahiya parlamentoyê kirin. Di dema êrîşê de 17 jê tûrîst herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da.

 Li Tunusê kesên çekdar êrîşî Muzeya Bardo ya li rex avahiya parlamentoyê kirin. Di dema êrîşê de 17 jê tûrîst herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan 2 an jî 3 kesên çekdar êrîşî Muzeya Bardo kirin. Di dema êrîşê de nêzî 200 kesên ku di nava wan de tûrîst jî hene, hebûn. Hate gotin ku ji kesên li hundir 160 kes di deriyê piştê re reviyane, di êrîşê de 17 jê tûrîst herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Karên Hundir a Tunusê jî êrîş piştrast kir.