Li Elmanyayê gefên mirinê yên rastgiran a li dijî siyasetmedaran
Li Elmanyayê tehdîdên rastgiran ên li dijî siyasetmedaran ku alîkariyê didin penaberan zêde dibin û gihiştiye asteke cidî.
Li Elmanyayê tehdîdên rastgiran ên li dijî siyasetmedaran ku alîkariyê didin penaberan zêde dibin û gihiştiye asteke cidî.
Li Elmanyayê tehdîdên rastgiran ên li dijî siyasetmedarên ku alîkariyê didin penaberan zêde dibin û gihiştiye asteke cidî. Piştî tehdîdên li dijî şaredarên hinek bajaran, li dijî Alîkara Serokê Meclîsa Federal Petra Pau jî tehdîd zêde bûn û Pau ji ber tehdîdan xwest ku dewlet tedbîran bigire.
Parlamentera Partiya Çep (Dîe Lînke) Petra Pau diyar kir ku ji ber hewldanên xwe yên ji bo pisgirêka penaberan a starbûnê re çareserî bibîne, tehdîd girtiye.
Nîjadperest û dijminê biyaniyan ku ev hewldanên Pau qebûl nekir, du hefte berê heta ber mala wê meş pêk anîn û dirûşm berz kiribûn.
Petra Pau diyar kir ku tehdîdên li ser wê di Facebookê de didomin û heman tehdîd li ser Twîtterê jî tên kirin. Ji bo Paul li ser twîtterê tehdîda ‘hefteya bê em bên cihên ku hûn lê ne’ jî hat kirin.
Pau bi lêv kir ku kesên tehdîdan li wê dikin nîjadperestên li Marzah li dijî penaberan çalakiyan pêk tînin û got ku di nav wan de siasetmedarên NPD’î jî hene.
Petra Pau diyar kir ku li dijî van tehdîdên nîjadperest bila mal û jiyana wê ya taybet jî bê parastin û got: “Divê dewlet vê bike. Ev li Berlîn, li Troglîtz û cihên din jî dibe.”
ŞAREDAR NEÇAR MABÛ ÎSTÎFA BIKE
Di demên dawî de li Elmanyayê tehdîd û êrîşên komên dijminê biyaniyan zêde bûne. Di rojên buhrî de Şaredarê Bajaroka Troglîtz Markus Nîerth ji ber çalakiya li ber mala wî pêk hat neçar mabû îstîfa bike.
Şaredarê îstîfa kir diyar kir ku ew û malbata wî ne di bin ewlehiyê de ne. Rastgirên hatin Troglîtz bertek nîşan dabûn ku çima penaberan digirin bajaroka ku nifûsa wê 3 hezar e.
Li dijî şaredarê Partiya Demokratîk a Sosyal Lutz Trumper jî tehdîdên mirinê derketibûn holê. Ji bo Turumper xaça gamayî, sembolên SS û nameyên tehdîdên mirinê hatibûn şandin.