Belçîka ji bo mehkûmên Îslamiyên tund beşên taybet ên ragirtinê çêdike
Li Belçîkayê, ku bi sedan Îslamiyên tund jê çûn Sûriye û Iraqê, amadekarî tê kirin ku sûcdarên terorê yên li girtîgehan hîn bêhtir bên îzolekirin.

Wezîrê Edaletê yê Belçîkayê Koen Geens da xuyakirin, ku mehkûmên fikar jê tên kirin girtiyên din radîkal bikin, wê li beşên taybet bên ragirtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Soir ku agahiyên xwe dispêre wezîr, li bajarê Ittre ji bo 26 mehkûman û li bajarê Bruggesê jî ji 16 mehkûman odeyên taybet wê werina madekirin. Rojnameyê ragihand ku beşên mijara gotinê 'herêmên ji ewlekariya taybet' nînin û diyar kir ku di van odeyan de wê hîn bêhtir 'bi bandor' bi mehkûman re pêwendî çêbibe.
Li gorî rojnameyê wezîr Koen Geens diyar kir ku ode yan jî beşên nû tên avakirin, ji bo kesên beriya niha amadekariya êrîşa terorîstî kirin, tên çêkirin. Hat destnîşankirin ku bi vê yekê tê xwestin pêşî li propagandaya Îslamiyê tund a li mehkûmên din, bê girtin.
Belçîka ji nava welatên Ewropayê weke welatê herî zêde jê Îslamiyênr radîkal çûne Sûriye û Iraqê. Li vî welatê ji 11 mîlyon şêniyî, tê texmînkirin ku bi qasî 300 - 400 kes ji bo tevlî DAIŞ'ê û rêxistinên çete yên din bibin, çûne Rojhilata Navîn.