Di dîplomasiya Elman de wê ji bo penaberan cih bê vekirin!
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku Elmanyaya ku welatê koçberiyê ye, armanc dike ku mozaîka pir çandiyê di dîplomasiyê de jî nîşan bide.
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku Elmanyaya ku welatê koçberiyê ye, armanc dike ku mozaîka pir çandiyê di dîplomasiyê de jî nîşan bide.
Elmanyaya ku ji 5’an yek nifûsa wê penaber in, wek di gelek wezaretan di dîplomasiyê de jî cih didin Elmanan.
Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê civînek pêk anî û Wezîr Frank-Walter Steînmeîer tevlî civînê bû, diyar kir ku di dema nû ya wezaretê de wê ciwanên penaber jî tevlî xebatan bikin. Steînmeîer da zanîn ku Elmanya welatekî koçberan e û divê dîplomasî jî pirçandiya Elmanyayê nîşan bide.
Wezîrê Karên Derve yê Elman got ku di pêşerojê de wê cîhan bikeve gelek krîzan û bi vê armancê jî dixwazin di kadroya xwe de mirovên baş, entelektuel û bi meraq hebin.
Li ser pirsa ku wê di bin banê wezaretê de peywirdarên bi turban hebin an na? Got ku ev di warê rêgezî de ne pirsgirêk e..
Wezareta Karên Derve bi giştî ji kesên penaber û elîtîst re girtî, tê zanîn. Li gorî gelek pisporan kesên dixwazin di wezaretê de kariyeeê bikin, vê wek xeyal dibînin.
Civaknas Jafsa-Rebecca Wîles ku ew jî tevlî civînê bû got ku ji bo vê daxwaz heye lê ev pêkanînên ku bi salan didomin bi biryarnameyekê naguhere.