CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Mayîn herî zêde li zarokan didin
4’ê Nîsanê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Mayînan e. Di sala 2013’an de li herêmên şer ji sedî 46 zarokên birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan bûn mexdûrê mayînan. -
Li Qibrisê qanûna Qirkirina Ermeniyan
Parlamenterên Qibrisê qanûneke ku înkara Qirkirina Ermeniyan wek sûc dibîne erê kirin. -
Ebola di nava salekê de 10 hezar 445 can stend
Şewba Ebola ku li Rojavayê Afrîkayê zêdeyî saleke bi bandor e, kêm be jî hînê belav dibe. -
Li Yemenê di nava 2 hefteyan de herî kêm 519 kes mirin
Li Yemenê bîlançoya pevçûnên navbera Hûsiyên Şîa/tifaqên wan û yekîneyeên hikûmetê, gelekî giran e. Li gorî Neteweyê Yekbûyî (NY) di nava du hefteyan de herî kêm 519 kes mirine. -
Li Kenyayê êrîşa Eş-Şebab: Herî kêm 147 kes hatin qetilkirin
Li bajarê Garîssa yê Kenyayê ku li ser sînorê Somalî ye, kesên rûpêçandî û bi çek êrîşî kampusa zanîngehê kirin. Bîlançoya vê êrîş di her kêliyê de giran dibe. -
Ji enerjiya ku dikare bênûkirin elektrîka 100 GW hat hilberandin
Li Cîhanê di 2014’an de ji çavkaniyên enerjiya ku dikare bênûkirin 100 gîgawatt elektrîk hat hilberandin. -
Gorên komî li Tîkrîtê hatin dîtin
Hêzên Iraqê yên bajarê Tîkrîtê ji destê DAIŞ'ê derxistin, li gorên komî yên ji cenazeyê bi sedan kesên di Hezîrana 2014'an de hatin qetilkirin, rast hatin. -
Li Kalîforniyayê li dijî ziwahiyê tedbîrên mecbûrî
Kalîforniyaya eyaleta rojava ya Amerîkayê 4 sal in bi ziwahiyeke zêde re rû bi rû ye. Ziwahiya herî zêde ya 500 salên dawî rû dide. -
Li Misirê êrîşên DAIŞ’ê: 15 jê leşker 32 mirî
Li nîvgirava Sîna ya Misirê sê êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat û di encamê de 15 jê leşker, herî kêm 32 kes mirin. -
Li dijî zanîngehê êrîş: 15 mirî
Hin kesên çekdar ku rûyên xwe bi maskeyan girtibûn êrîşî zanîngehek li bajarê Garissa yê Kenya ku dikeve ser sînorê Somaliyê kirin. Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn. -
Gelo mudaxeleya bejahî ya li dijî Yemenê dest pê kir?
Îro Hûsiyên Şiî û hevkarên wan ketin bajarê mezin ê lîmanên Yemenê Adenê. Lê ji ber êrîşên hewayî yên balafirên Siûdî neçar man ji hin leşkerên xwe ji navenda bajêr bikişînin. -
Li Afganîstanê êrîşa xwekujî: 16 mirî
Li bajarê Khost ê Afganîstanê di êrîşeke xwekujî ya li hember çalakiyeke protestoyî de 16 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Hêzên Hûsî li Adenê ne
Bombebarana ji hewayê ya dewletên Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî li hember Yemenê pêk tê didome. Pêşdeçûyîna Hûsiyan jî berdewam dike. -
Keştiya Rûs binav bû: 54 masîgir mirin
Keştiyeke masîgirên Rûs a bi navê Dalny li Derya Ohotskê binav bû. Ji 132 kesên di keştiyê de 54 kes mirin, 63 kes hatin rizgarkirin. -
Li Afganîstanê di êrîşa întîxarî de 16 kes mirin
Li bajarê Host ê Afganîstanê di dema protestoyekê de êrîşa întîxarî pêk hat û 16 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Bi sedan endamên Boko Haram hatin kuştin
Di operasyonên Nîjerya û welatên cîran ên li hemberî rêxistina Boko Haram a bi êrîşên xwe yên hov di rojevê de ye, pevçûnên dijwar diqewimin. -
Li Elmanyayê nîqaşên li ser gaza zinar û petrolê
Li Elmanyayê, bi pêşnûmeya ku çend roj berê ji aliyê Hikûmeta Federal ve hat qebûlkirin û tê gotin ku wê bişînin Meclîsê re, wê derfet were dayîn ku bi rêbaza fracking gaza zinar û petrol were derxistin. -
Li Şîlî lehî û şemitîna erd
Li bakurê Şîlî, ji ber lehî û şemitîna erd ku ev hefteyeke dewam dike 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyên dawî 57 kes winda ne. Ji ber karesatê bi qasî 20 hezar kes mexdûr bûn. -
Banka Cîhanê: Aboriya Rûs wê di 2 salên pêş de biçûktir bibe
Li Rûsyayê, ku kêmbûna buhayên petrolê û pêkanînên cîhana rojava bandoreke giran lê kir, tê îdîakirin ku daneyên aboriyê wê ji bendewariyan bêhtir neyînî bin. -
Li YE’yê rêjeya bêkariyê kêm dibe
Li gorî daneyên dawî yên saziya îstatîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Euroostat), bêkariya li herêma Euro daketiye asta herî kêm a 3 salên dawî,. Li tevayî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji Îlona 2011’an û vir ve daketiya asta herî kêm. -
Di navbera hikûmeta Myanmar û 16 koman de agirbest hat morkirin
Li Myanmarê, di navbera hikûmetê û 16 komên raperîner, peymana agirbestê hat morkirin. -
Bîlançoya mudaxeleya Ereban a li hemberî Yemenê dijwar dibe
Mudaxeleya koalîsyona welatên Ereb a li hemberî Hûsiyên Şiî yên Yemenê berdewam dikin û bîlanço her ku diçe girantir dibe. -
Çeteyan êrîşî kampa Fîlîstîniyan kir
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi wehşet û sûcên li dijî mirovahiyê tên nasîn vê carê êrîşî kampa penaberên Fîlîstînî yên li Sûriyeyê Yarmukê kirin. -
Fîlîstîn bû endamê fermî yê DCN
Fîlîstîn bû endamê fermî yê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). -
Senatoya Fransayê li şûna jinan muşteriyên 'fûhûşê' parast
Li Senatoya Fransayê ku piraniya wê ji endamên partiyên rastgir û mêran pêk tê, qanûna fûhûşê hat nirxandin. Vê qanûnê rê li ber nerazîbûna partiyên çep vekir.