Li Kalîforniyayê li dijî ziwahiyê tedbîrên mecbûrî

Kalîforniyaya eyaleta rojava ya Amerîkayê 4 sal in bi ziwahiyeke zêde re rû bi rû ye. Ziwahiya herî zêde ya 500 salên dawî rû dide.

Kalîforniyaya eyaleta rojava ya Amerîkayê 4 sal in bi ziwahiyeke zêde re rû bi rû ye. Ziwahiya herî zêde ya 500 salên dawî rû dide.

Waliyê Kalîforniya yê demokrat Jerry Brown, cara yekemîn e ku ji saziyên pêwendîdar ên dewletê xwest li giştî eyaletê ji bo xerckirina avê ji sedî 25 bê kêmkirin, tedbîrên mecbûrî werin girtin.

Zanyar, ziwahiya li Kalîforniyayê wek ziwahiyeke ku heta niha nehatiye dîtin şirove dikin. Berf bi qasî nehatiye dîtin kêm bû û nayê zanîn wê ziwahî kêngî bi dawî bibe.

Hat ragihandin ku ji ber vê sedemê Walîtî ji bo astengkirina xespa avê tedbîrên teserûfa avê girtiye.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji bo Kalîforniya li hember ziwahiyê bê amadekirin wê giraniya razandina sermayeyê bidin teknolojiyên nû.