Li Misirê êrîşên DAIŞ’ê: 15 jê leşker 32 mirî
Li nîvgirava Sîna ya Misirê sê êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat û di encamê de 15 jê leşker, herî kêm 32 kes mirin.

Rayedarên polîsên Misirê da zanîn ku terorîstên DAIŞ’ê leşkeran kirine hedef. Êrîşek ji vana li Şêx Zuwayid, ya din li Refahê pêk hat. Êrîşa sêyemîn jî li heman herêmê, li dijî baregeheke leşkerî pêk hat.
Li gorî agahiyên polîsan dane, 15 leşker, 15 êrîşkar û bi giştî 32 kes mirine. Di encama pevçûnan de herî kêm 18 leşker û 6 sivîl mirin.
Li gorî agahiyên Serokkomarê Misirê Ebdul Fettah el Sisî dane, ji sala 2013 û vir ve li herêma Sînayê herî kêm 500 leşker û polîs hatin kuştin.