Ji enerjiya ku dikare bênûkirin elektrîka 100 GW hat hilberandin
Li Cîhanê di 2014’an de ji çavkaniyên enerjiya ku dikare bênûkirin 100 gîgawatt elektrîk hat hilberandin.
Li Cîhanê di 2014’an de ji çavkaniyên enerjiya ku dikare bênûkirin 100 gîgawatt elektrîk hat hilberandin.
Li Cîhanê di 2014’an de ji çavkaniyên enerjiya ku dikare bênûkirin 100 gîgawatt elektrîk hat hilberandin.
Ev agahî di raporeke ku ji aliyê bernameya derdora NY’ê UNEP û Blommmberg New Wnergy Fînance ve hatiye weşandinê de cih girt.
Ev hilberîna ji enerjiya ba û rojê tê bidestxistin, bi qasî hemû santralên nukleerî yên li DYA, bi nirx e.
Li gorî agahiyên BBC’ê di sala 2014’an de ji bo enerjiya ku dikare bênûkirin 270 mîlyar dolar razemenî hatiye kirin. Li gorî sala 2013’an ji sedî 17 zêdebûnek heye.
Razemeniya ji bo enerjiya rojê hatiye kirin sala buhrî bi 150 mîlyar dolarî re derket ji sedî 29’i, enerjiya rojê razemeniya 100 mîlyar dolarî ber bi xwe kişand.
Nivîskarê raporê Erîc Usher, diyar kir ku enerjiya rojê bi taybet bi panelên fotovoltaîk yên li sîwaneyên avahiyên şexsî tên bicih kirin, enerjiya ba jî ji turbînên ku li behran tên bicihkirin tê hilberandin.
Ji bo enerjiya ku dikare bênûkirin razemeniya herî mezin Çînê bi 83 mîlyar dolarî kir. DYA’yê bi 35 mîlyar dolarî gelek şûnde ma.
Enerjiyên dikarin bênnûkirin, di 2014’an de ji sedî 9.1’ê elektîrîka cîhanê hilberand. Bi vî awayî pêşî li belavbûna 1.3 mîlyar ton gaza CO2 hat girtin.