Li Afganîstanê di êrîşa întîxarî de 16 kes mirin

Li bajarê Host ê Afganîstanê di dema protestoyekê de êrîşa întîxarî pêk hat û 16 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Host ê Afganîstanê di dema protestoyekê de êrîşa întîxarî pêk hat û 16 kesî jiyana xwe ji dest da, 40 kes birîndar bûn. Di nava birîndaran de parlamenter jî hene.

Berdevkê Walitiya Host Mubarîz Zadran diyar kir ku di çalakiya protestoyî ya li ber avahiya Walitiyê li dijî wekîlê Walî Abdul Cebbaar Nayîmî pêk dihat de, bombevanekî întîxarî bombeyên li ser xwe teqandiye û êrîş pêk aniye.

Zadran da xuyakirin ku di êrîşê de 16 sivîl mirine,  40 kes birîndar bûne û destnîşan kir ku rewşa hinek birîndaran girane û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Piştî êrîşê hemû kargeriyên li bajar hatin girtin û polîs û leşkerên Afgan tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.