Li Qibrisê qanûna Qirkirina Ermeniyan
Parlamenterên Qibrisê qanûneke ku înkara Qirkirina Ermeniyan wek sûc dibîne erê kirin.
Parlamenterên Qibrisê qanûneke ku înkara Qirkirina Ermeniyan wek sûc dibîne erê kirin.
Parlamenterên Qibrisê qanûneke ku înkara Qirkirina Ermeniyan wek sûc dibîne erê kirin.
Qanûna li parlamentoyê hat qebûlkirin, 24’ê Nîsanê ya wek destpêka qirkirina 1915’an tê destgirtin li Qibrisê wek Roja Bîranîna Navneteweyî diyar kir.
Ev biryara li Qibrisê hat girtin, li beriya 100. Qirkirina Ermaniyan rast hat.
Ji dema sala 1974’an ku Tirkiyeyê bakurê Qibrisê dagir kir heta niha di navbera vê girava li Derya Spî û Tirkiyeyê de gelek pirsgirêk hene. Ji wê dîrokê ve Qibris û paytexta wê Lefkoşa bûye du parçe.
Tirkiye hê jî qitkirina Ermeniyan red dike. Li gor Ermeniyan di qirkirinê de mîlyonek û nîvek mirovan jiyana xwe ji dest da.
Li gor Enstîtuya Ermeniyan a Neteweyî Fransa û Rûsya jî di nav de 21 welatan qirkirina Ermeniyan nas kir.