Li Şîlî lehî û şemitîna erd
Li bakurê Şîlî, ji ber lehî û şemitîna erd ku ev hefteyeke dewam dike 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniyên dawî 57 kes winda ne. Ji ber karesatê bi qasî 20 hezar kes mexdûr bûn.

Karesata lehî û şemitîna erd, li herêma Atacama ku 800 kîlometre dûrî paytexta Şîlî Santîago ye û li bakurê welêt e, rû da. Ji ber lehiyê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, 57 kes jî winda ne. Rayedaran dan xuyakirin erd 17 caran di heman demê de şemitî ye. Hat ragihandin ku şemitîna erd, ji ber helîna berfa li Çiyayên Andesê pêk hatiye.
Li herêma Chañaral jî, çemê El Salado bajarek kiriye du parçe û gele mal û wesayît li ber avê ketine.
Serokdewleta Şîlî Mîchelle Bachelet da xuyakirin ku ew ê neçe Civîna Bilind a Amerîka ya di hefteya pêş de li Panamayê were lidarxistin. Niha li herêmê 7 hezar leşker û polîs xebatên rizgarkirin û paqijkirinê dimeşînin. Her wiha ji bo mirovan lê bicih bikin, di karê çêkirina 1200 lojmanî de dixebitin.
Hikûmetê jî 89 hezar derziyên li hemberî grîpê, 27 hezar derziyên li dijî tetanos û 76 hezar derziyên li hemberî Hepatît A şand ji herêmê re. Di vê navberê de ji bo mirovên li derdora Çiyayê Volkanî Vîllarîca alarma pirtoqalî hat dayîn. Herêma 5 kîlometre ya derdora çiyê hat valakirin.
Karesateke din a ku Şîlî li hemberî wê têdikoşe, şewata daristanane. Li başûrê welêt, ji ber şewatên di nava hefteyên dawî de rû dan, bi deh hezaran hektar daristan şewitîn.