Bi sedan endamên Boko Haram hatin kuştin

Di operasyonên Nîjerya û welatên cîran ên li hemberî rêxistina Boko Haram a bi êrîşên xwe yên hov di rojevê de ye, pevçûnên dijwar diqewimin.

Di operasyonên Nîjerya û welatên cîran ên li hemberî rêxistina Boko Haram a bi êrîşên xwe yên hov di rojevê de ye, pevçûnên dijwar diqewimin.

Di daxuyaniya ji aliyê artêşa Çadê ve hat dayîn de hat ragihandin, ku bi sedan endamên Boko Haram hatine kuştin.

Berdevkê artêşê serheng Azem Bermandoa diyar kir ku li Malam Fatorî ya di navbera sînorê Nîjer û Nîjeryayê de pevçûnên dijwar qewimîne û got, "Di pevçûnan de bi sedan terorîst hatin kuştin, 9 endamên artêşê jî jiyana xwe ji dest dan."

Di operasyonên mehên dawî yên li hemberî rêxistina Boko Haram de derbên giran lê hatibû xisitn û di encamê de artêşên Nîjerya, Çad û Nîjerê gelek bajar ji destê Boko Haram derxistibûn.