Senatoya Fransayê li şûna jinan muşteriyên 'fûhûşê' parast
Li Senatoya Fransayê ku piraniya wê ji endamên partiyên rastgir û mêran pêk tê, qanûna fûhûşê hat nirxandin. Vê qanûnê rê li ber nerazîbûna partiyên çep vekir.
Li Senatoya Fransayê ku piraniya wê ji endamên partiyên rastgir û mêran pêk tê, qanûna fûhûşê hat nirxandin. Vê qanûnê rê li ber nerazîbûna partiyên çep vekir.
Li Senatoya Fransayê ku piraniya wê ji endamên partiyên rastgir û mêran pêk tê, qanûna fûhûşê hat nirxandin. Vê qanûnê rê li ber nerazîbûna partiyên çep vekir. Qanûna ku beriya niha ji Meclîsa Neteweyî derbas bû û li gorî vê qanûnê wê muşteriyên fûhûşê bihatina cezakirin, balkêş e ku bi rengekî 'muşteriyên mêr diparêze' hat guhertin.
Li Sanatoya Fransayê ku piraniya endamên wê ji partiyên mûxalefeta rastgir in, pêşnûme qanûnek pêr pêşkêşî dengdanê hat kirin û hat qebûlkirin. Di vê qanûnê de, hukmê ku cezayê giran ê pere li muşteriyên fûhûşê tê birîn ji aliyê senatorên rastgir ve hat rakirin û cezayên ji ber sûcê 'li ber çûn û hatinê' yên li jinan tê birîn jî, ji nû ve li pêşnûmeyê hat bicihkirin.
Li dijî vê pêşnûmeya ku jinên karkerên seks hîn bêhtir ber bi îllegalîteyê ve dibe, Partiya Sosyalîst (PS) û partiyên çep ên li mûxalefetê nerazîbûn nîşan dan.
Berdevka PS Jûlîette Meadel da xuyakirin ku senatoriyên Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) a bi lîderiya Nîcolas Sarkoyz, bi guhertinên di pêşnûmeyê re mora xwe avêtine binê 'skandeleke paşve çûyînê'. Meadel nerazîbûn nîşan da û got, "Endamên UMP ên li Senatoyê, pêşnûmeyeke ku jinên karkerên seks ceza dike û muşteriyan diparêze, erê kirn."
Meadel diyar kir ku pirsgirêkeke cidî ya ewlekariya jinên karkerên seksê heye û anî ziman ku bi vê qanûnê re ev jin ber bi şert û mercên bêhtir xetere ve tê dehfdan. Meadel destnîşan kir ku qanûna mijara gotinê, li şûna çareserkirina pirsgirêkên jinên karkerên seksê, pirsgirêkên wan girantir dike.
GOTINA DAWÎ YA MECLÎSÊ YE
Pêşnûme qanûna ji aliyê Partiya Sosyalîst (PS) ve bi armanca kêmkirina 'fûhûşê' hat amadekirin, di Kanûna 2013'an de ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve hatibû qebûlkirin. Lê belê piştî ku piraniya endamên Senatoyê di meha Cotmehê de ket destê partiyên rastgir, di qanûnê de gelek guhertin hatibû kirin.
Tê payîn ku qanûna li ser 'fûhûşê' di dema pêş de ji bo cara duyemîn bikeve rojeva Meclîsa Neteweyî. Piraniya endamên Meclîsa Neteweyî jî ji partiyên çep pêk tê. Eger di navbera Senato û Meclîsa Neteweyî de li hev kirin nebe, pêşnûme qanûn wê li gorî daxwaza Meclîsê bibe qanûn.