Keştiya Rûs binav bû: 54 masîgir mirin

Keştiyeke masîgirên Rûs a bi navê Dalny li Derya Ohotskê binav bû. Ji 132 kesên di keştiyê de 54 kes mirin, 63 kes hatin rizgarkirin.

Keştiyeke masîgirên Rûs a bi navê Dalny li Derya Ohotskê binav bû. Ji 132 kesên di keştiyê de 54 kes mirin, 63 kes hatin rizgarkirin.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku keştiya masîgiran Dalniy Vostok li Derya Ohotsk a 300 kîlometre dûrî bajarê peravî Magadan e binav bûye û piştrast kir ku ji 132 kesên di keştiyê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku 63 kes hatine rizgarkirin û aqûbeta 15 kesan jî nayê zanîn. Tê gotin ku bi îhtimaleke mezin keştî li çiyayekî qeşayê ketiye û binav bûye.

Hat ragihandin ku ji personelên keştiyê 78 jê ji Rûsya, 42 ji Myanmar, 3 ji Lîtvanya, 4 ji Ûkrayna û 5 jî ji Vanûatû ne. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi 1400 kesî tê meşandin. Ekîban ragihandin ku 15 kesên winda, di nava ava cemidî de nikarin zêdeyî 20 deqeyan li ber xwe bidin.