Gorên komî li Tîkrîtê hatin dîtin

Hêzên Iraqê yên bajarê Tîkrîtê ji destê DAIŞ'ê derxistin, li gorên komî yên ji cenazeyê bi sedan kesên di Hezîrana 2014'an de hatin qetilkirin, rast hatin.

Hêzên Iraqê yên bajarê Tîkrîtê ji destê DAIŞ'ê derxistin, li gorên komî yên ji cenazeyê bi sedan kesên di Hezîrana 2014'an de hatin qetilkirin, rast hatin.

Wezîrê Karên Hundir Mûhammed El Gaban da xuyakirin ku gorên komî li taxa ku qesra Serokdewletê berê yê Iraq Saddam Husseyîn jî lê ye, hatine dîtin.

Wezîr Gaban ji AFP'ê re peyivî û got, "Ev navend, mirovên bi awayekî neheqî hatine qetilkirin tîne bîra me, komkujiyê tîne bîra me."

Wezîrê Iraqî ragihand ku yên hatine qetilkirin mirovên bê guneh in û got, "Namerd îro hatin qelskirin. Li ku dibin bila bin, em ê dest ji wan bernedin. Û em ê li tevahiya Iraqê ewlekarî û aştiyê ava bikin."

Piraniya mirovên hatine qetilkirin, namzetên leşkerê Şîa yên li baregeheke leşkerî ya li bakurê Tîkrîtê ya bi navê Speicher hatine revandin e.

Karmendê polîs Huseyîn El Rîkabî anî ziman ku wan li kêleka yek ji gorên komî bi dehan kartên nasnameyê dîtine û got, "Belgeyên hatin dîtin, li nasnameya namzetên leşkeriyê yên hatin revandin û qetilkirin, tên."

DAIŞ'ê di Hezîrana 2014'an de kampa leşkerî ya Speicher dagir kiribû û bi sedan namzetên leşkeriyê qetil kiribû.

DAIŞ a li dijî mirovahiyê sûcên hovane dike, wêne û dîmenên şervanên di serdegirtina avahiyeke polîsan de qetilkiribû û avêtibû nava çemekî, weşandibû.