Banka Cîhanê: Aboriya Rûs wê di 2 salên pêş de biçûktir bibe

Li Rûsyayê, ku kêmbûna buhayên petrolê û pêkanînên cîhana rojava bandoreke giran lê kir, tê îdîakirin ku daneyên aboriyê wê ji bendewariyan bêhtir neyînî bin.

Li Rûsyayê, ku kêmbûna buhayên petrolê û pêkanînên cîhana rojava bandoreke giran lê kir, tê îdîakirin ku daneyên aboriyê wê ji bendewariyan bêhtir neyînî bin.

Li gorî texmînên Banka Cîhanê, piştî biçûkbûna aboriya Rûsyayê ya îsal, wê di sala pêş de jî sekinandî be. Li gorî vê yekê, aboriya Rûsyayê wê heta dawiya sala 2015'an bi rêjeya ji sedî 3,8 û di sala 2016'an de jî bi rêjeya ji sedî 0,3 wê kêm bibe.

Balkêş e ku ev pêşdîtinên Banka Cîhanê li gorî bêşdîtinên beriya niha bêhtir xwedî encamên neyînî ne. Kêmbûna buhayên petrolê weke yek ji sedemên herî girîng ên biçûkbûna aboriya Rûs tê nîşadan.

Li gorî pisporan ev rewşa sekinandî û kêmbûnê ya aboriya Rûsyayê, wê heta dawiya 2016'an dewam bike. Ji ber kêmbûna razemeniyên li welêt, zehmet e ku ev rewşa sekinandî ya aboriyê ji holê bê rakirin.

Li gorî texmînên Banka Cîhanê li ser Rûsyayê kiriye, buhayên petrolê wê di nava 2 salên pêş de bi rêjeyeke gelekî kêm zêde bibe. 

Banka Cîhanê di texmînên xwe de bal kişand ser pêkanînên welatên rojavayî yên li hemberî Rûsyayê. Tê texmînkirin ku eger pêkanînên li hemberî Rûsyayê heta sala 2016'an neyên rakirn, bandora neyînî dibe ku heta demeke dirêj dewam bike.

Hikûmeta Rûs jî texmîn dike ku aborî di sala 2015'an de bi rêjeya ji sedî 3 kêm bibe û di sala 2016'an de jî bi rêjeya ji sedî 2'an zêde bibe.