Gelo mudaxeleya bejahî ya li dijî Yemenê dest pê kir?
Îro Hûsiyên Şiî û hevkarên wan ketin bajarê mezin ê lîmanên Yemenê Adenê. Lê ji ber êrîşên hewayî yên balafirên Siûdî neçar man ji hin leşkerên xwe ji navenda bajêr bikişînin.
Îro Hûsiyên Şiî û hevkarên wan ketin bajarê mezin ê lîmanên Yemenê Adenê. Lê ji ber êrîşên hewayî yên balafirên Siûdî neçar man ji hin leşkerên xwe ji navenda bajêr bikişînin.
Îro Hûsiyên Şiî û hevkarên wan ketin bajarê mezin ê lîmanên Yemenê Adenê. Lê ji ber êrîşên hewayî yên balafirên Siûdî neçar man ji hin leşkerên xwe ji navenda bajêr bikişînin. Hate îdîakirin ku hin leşkerên biyanî jî ketine bajêr.
Krîza Yemenê bi mudaxeleya Koalîsyona Ereban a ku roja 26’ê Adarê bi pêşengiya Erebîstana Siûdî destpê kir, dijwartir bû.
Lê li gel bombebarana dijwar, milîsên Hûsî û hevkarên wan ketin navenda bajarê Aden a weke keleha Serokkomarê Yemenê yê ji aliyê Rojava û welatên Ereb ve tê destekkirin.
Li hemberî vê yekê Koalîsyona Ereban careke din herêm bombaran kir. Hûsî neçar man roja 2’yê Nîsanê ji hin cihê navenda bajêr derkevin.
Her wiha hate îdîakirin ku hin leşkerên biyanî bi rêya peravan ketine navenda bajarê Adenê. Nehate zanîn leşker ên kîjan welatî ne. Lê ev yek weke mudaxeleya bejahî ya Koalîsyona Ereban a li hemberî Yemenê hat nirxandin. Tê diyarkirin ku leşker ên artêşa Siûdî ne.