Di navbera hikûmeta Myanmar û 16 koman de agirbest hat morkirin
Li Myanmarê, di navbera hikûmetê û 16 komên raperîner, peymana agirbestê hat morkirin.
Li Myanmarê, di navbera hikûmetê û 16 komên raperîner, peymana agirbestê hat morkirin.
Li Myanmarê, di navbera hikûmetê û 16 komên raperîner, peymana agirbestê hat morkirin.
Peymana wê dawî li pevçûnên 10 salan bîne, di tûra 7. a hevdîtinan de hat. Navbeynkarên komên çekdar, beriya rewşa dawî ya peymanê destnîşan bikin, wê bi lîderên xwe re hevdîtinê bikin.
Koma herî aktîf Kokangî ya li Myanmar a li ser sînorê Çînê koma herî bi bandor e, beşdarî hevdîtinên agirbestê nebû.
Neteweyên Yekbûyî, peymana agirbestê ya hat morkirin dîrokî û weke desteketiyeke girîng nirxand.
Di hevdîtinên li paytexta berê ya Myanmarê Yangonê de, hat ragihandin ku li ser 4 mijarên bingehîn li hev hatiye kiriye. Tê xwestin ku piştî agirbestê, pêvajoya diyalogê ya polîtîk destpê bike.
Li aliyê din li eyaleta Shan a li bakurrojhilatê Myanmarê ya li sînorê Çînê, pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û Kokangiyan ên di meha Sibatê de destpê kirin, hînê dewam dikin.
Lİ herêma ku di nava meha Sibatê de rewşa awarte lê hat ragihandin, zêdeyî 10 hezar kes neçar man malê xwe biterikînin.
Li herêma Kokangê, herî dawî di sala 2009'an de êrîşeke mezin a hêzên hikûmetê rû da bû û nêzî 30 hezar kesî neçar mabûn xwe li Çînê bigirin.
Myanmar ji sala 1948'an dema bidestxistina serxwebûna xwe û vir ve, qada pevçûnên komên cuda yên çekdarî ye.