Li dijî zanîngehê êrîş: 15 mirî
Hin kesên çekdar ku rûyên xwe bi maskeyan girtibûn êrîşî zanîngehek li bajarê Garissa yê Kenya ku dikeve ser sînorê Somaliyê kirin. Di encamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn.

Hate zanîn ên êrîşî zanîngehê kirine 5 kes in û hê jî di kampusa zanîngehê ne. Çekdarên ku xwendekaran di cihê razanê de rehîn girtine ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin.
Polîsên Kenyayê da zanîn ku ew tam nizanin çend kes di destê êrîşkaran de ne.
Êrîşa çekdarî îro saet di 5:00 de destpê kir. Bombeya destan avêtin hundirê deriyê zanîngehê. Êrîşkar piştre çûn hûndirê cihê razanê ya keçan û wê derê xistin destê xwe.
Xaça Sor aşkera kir ku 50 xwendekar karîne birevin. Êrîşê koma bi navê Eş Şebab a ji Somaliyê ku baskek a El Qaîdeyê ye girt ser xwe.
Eş Şebab bi daxuyaniyekê ragihand ku wan rehînên Misilman serbest berdane, lê yên Xirîstiyan di destê wan de ne.
Polîsan ev agahî piştrast kir û aşkera kir ku 15 xwendekarên Misilman hatine berdan.
Koma Eş Şebab ji sala 2011 ve gelek êrîş li dijî Kenyayê pêk anîn. Rêxistinê sala 2013 li navenda kirîn-firotinê ya paytext Nairobiyê êrîş pêk anîn û di encam de 67 kes jiyana xwe ji dest dan. Eş Şebab dixwaze li Kenyayê welatekî Misilman ava bike.