Li Yemenê di nava 2 hefteyan de herî kêm 519 kes mirin
Li Yemenê bîlançoya pevçûnên navbera Hûsiyên Şîa/tifaqên wan û yekîneyeên hikûmetê, gelekî giran e. Li gorî Neteweyê Yekbûyî (NY) di nava du hefteyan de herî kêm 519 kes mirine.

Krîza Yemenê bi êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî di 26'ê Adarê de ket qonaxake nû. Bîlançoya pevçûnan jî her giran dibe. Berpirsyara Mîsyonên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî Valerîe Amos diya rkir ku di nava du hefteyên dawî de 519 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di nava vê demê de herî kêm 1.700 kes birîndar bûne.
Valerîe Amos da xuyakirin ku ji ber pevçûnên Erebîstana Siûdî û welatên din ên Ereb jî tevlî bûne, ew ji jiyana sivîlan bi fikar in.
Li Yemenê, di encama pevçûnên navbera Hûsiyên Şîa û hêzên hikûmetê yên ser bi Serokdewlet Abd Rabbo Mansûr Hadî de, paytext Sana ketibû bin kontrola Hûsiyan. Hûsî her bi pêş ve çûbûn û xwe gihandibûn bajarê Aden cihê Hadî xwe lê girtibû.
Duh jî Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî herêm bombebaran kiribûn û hatibû ragihandin ku Hûsî ji sibeha 2'ê Nîsanê û pê ve ji hin mewziyên li navenda bajêr xwe vekişandine.
Beşeke girîng a rojava û bakurê paytext Sana di bin kontrola Hûsiyan de ye.