Hêzên Hûsî li Adenê ne
Bombebarana ji hewayê ya dewletên Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî li hember Yemenê pêk tê didome. Pêşdeçûyîna Hûsiyan jî berdewam dike.
Bombebarana ji hewayê ya dewletên Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî li hember Yemenê pêk tê didome. Pêşdeçûyîna Hûsiyan jî berdewam dike.
Bombebarana ji hewayê ya dewletên Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî li hember Yemenê pêk tê didome. Pêşdeçûyîna Hûsiyan jî berdewam dike. Yekîneyên girêdayû Hûsiyan ligel konvoya bi çekên giran û tankan, ketin bajarê Aden ku bajarê herî mezin ê Başûrê Yemenê û navendeke îdarî ya berê ye. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku yekîne li herêma Hur Meksar a li navenda bajar bi cih bûne û bi pêş de diçin.
Li Yemena ku di bin êrîşa hewayî yên hêzên Ereb de ye, pêşdeçûna hêzên Şîa Hûsî didome.
Hat diyarkirin ku di pevçûna navbera Yekîneyên Hûsî yên Herêma Meksar a Hur a Adenê û alîgirên serokkomarê hatiye têkbirin Alî Abdullah Salîh û alîgirê Serokkomar Abdurabbu Mansur Hadî de derketine, gelek kesî jiyana xwe ji dest dane.
Di navbera Hêzên Hûsî ku li herêma Meaşîk ber bi Qesra Serokkomariyê ve çûn û komên alîgirên Salîh û Hadî de pevçûn derket. Di pevçûnan de ji hêzên Hûsî 9, ji hêzên Hadî 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi mirina 5 sivîlan re hejmar bû 20.
Tevî vê hêzeke din a girêdayî Hûsiyan tugaya li boxaza Bab el Mandeb a başûrê Behra Sor xistin bin kontrola xwe. Her wiha hat hînbûn ku Sefaretxaneya Rûsyayê ya li Adenê jî hatiye talankirin. Avahî ji ber bombebarankirineke li nêzî avahiyê zerar dît.
Balafira ji bo veguhestinê hat şandin jî cara duyem ji bo biçe Sanayê firiya.