Li YE’yê rêjeya bêkariyê kêm dibe

Li gorî daneyên dawî yên saziya îstatîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Euroostat), bêkariya li herêma Euro daketiye asta herî kêm a 3 salên dawî,. Li tevayî Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji Îlona 2011’an û vir ve daketiya asta herî kêm.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê saziya îstatîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Euroostat) ve hatin weşandin, bêkariya li herêma Euro daketiye asta herî kêm a 3 salên dawî,. Li tevayı Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ji Îlona 2011’an û vir ve daketiya asta herî kêm.

Li gorî daneyên Eurostatê,  di meha Sibatê de li herêma Euro rêjeya betaliyê ji sedî 11.3, di meha Çileyê de ji sedî 0.1 û li gorî Sibata 2014’an jî ji sedî 0.5 kêm bûye. Rêjeya bêkariyê bi vî awayî ji Gulana 2012’an heta niha daketiye asta herî kêm.

Hejmara giştî ya bêkariyê ya Herêma Euro daket 18 mîlyon û 204 hezarî. Li gorî meha beriya vê 49 hezar, di Sibata 2014’an de jî 643 hezar kêm bûye.

Li tevayî YE’yê ku 28 endamên wê hene rêjeya bêkariyê bi rêjeya ji sedî 9.8 re li gorî meha Çile 0.1 puan kêm bûye. Li YE’yê bi giştî 23 mîlyon û 887 hezar kes bêkare û rêjeya betaliya YE’yê li gor meha Çile nêzî 90 hezariye. Rêjeya betaliya li YE’yê ji Îlona 2011’an heta niha yekem car di meha Kanûnê de daketiye bin ji sedî 10’î.

Li herêma Euro welatê ku bêkarî lê kêm e ji sedî 4.8 Elmanya ye, Awûstûrya ji sedî 5.3, Luksemburg ji sedî 5.8 û Malata ji sedî 5.9 e. 

Welatên ku rêjeya bêkariyê lê zêde ye Yewnanîstan, Îspanya û Qibris e. Li gorî daneyên dawî yên Kanûna 2014’an li Yewnanîstanê bêkarî ji sedî 26, Îspanyayê ji sedî 23.2 û li Qibrisê jî ji sedî 16.3 derbas bû. Rêjeya bêkariyê li Fransayê ji sedî 10.6 û li Îtalyayê jî ji sedî 12.7 e.

Li herêma Euro hejmara ciwanên bêkar ên temenê wan di bin 25’an de 3 mîlyon û 245 hezar yanî ji sedî 22.9 e. Rêjeya bêkariya di navbera ciwanan a herî zêde li Îspanyayê bi ji sedî 50.7 derbasî qeydan bûn. Welatê ku bêkariya ciwanan lê herî kêm e ji sedî 7.2 Elmanya bû.

Li YE’yê bi giştî 4 mîlyon û 850 hezar aciwan bêkar tê dîtin, rêjeya bêkariyê ji sedî 21.1 pêk hat.