Li Afganîstanê êrîşa xwekujî: 16 mirî

Li bajarê Khost ê Afganîstanê di êrîşeke xwekujî ya li hember çalakiyeke protestoyî de 16 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Khost ê Afganîstanê di êrîşeke xwekujî ya li hember çalakiyeke protestoyî de 16 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rojnamevanên li cihê bûyerê, diyar kirin ku dema Waliyê Eyaletê yê bi nelirêtiyê tê sûcdarkirin, bi meşekê dihat şermezarkirin êrîşeke xwekujî pêk hatiye.

Yek ji doktorên li Nexweşxaneya Gelemperiyê ya Khost Amînullah Khan jî got ku 13 mirî û 39 birîndar anîne nexweşxaneyê. Rayedarekî ku navê xwe aşkera nekir got ku 29 kes mirine.

Li herêma ku êrîş pêk hat, rêxistina bi navê Hakkanî ya girêdayî Talîbanan xwe rêxistin dike û êrîşên pêk tîne jî nagire ser xwe. Mijdara buhrî jî di maçeke voleybolê de êrîş pêk hatibû 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû.