CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Tevgerên Volkanan ên sedem ne diyar, zanistan ditirsîne
Zanistan diyar kirin ku ew bi fikarin ku wê cîhan di pêşerojê de bi teqînên mega yên volkanan re rû bi rû bimîne. -
Ji YE’yê li dij polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan nerazîbûn
Komîserê Karên Hundir ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîmîtrîs Avrampoulos, nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan, da. -
Hikûmet Kolombiyayê agirbest sekinand
Hikûmeta Kolombiyayê, piştî pevçûna di navbera hêzên artêşê û gerîlayên FARC'ê ragihand ku agirbesta ji bo hevdîtinên aştiyê hat îlankirin, hatiye rawestandin. -
Li Rojhilata Navîn 15 mîlyon zarok nikarin biçin dibistanê
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF, di rapora xwe ya li Beyrûdê weşandî de ragihand ku li Rojhilata Navîn 15 mîlyon zarok nikarin biçin dibistanê. -
PE Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir
Parlamenta Ewropayê (PE) Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir. -
Ji Misir û Siûdî Erebîstanê peymana tetbîqateke mezin
Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî û prensê Siûdî yê di heman demê de Wezîrê Parastinê ye Muhammed Bîn Salman li Kahîreyê biryara hevkariyeke nû ya leşkerî dan. -
Hûsî li derbenda stratejîk a Bab-ul Mendep in
Tevî bombardûmana zêde ya koalîsyona Ereban jî, mîlîsên Şîî Hûsî ketin baregeha leşkerî ya ji derbenda Bab-ul Mendep a stratejîk re vedibe. -
PE Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bibîr anî
Li PE bi mijara “Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de bîranîn” rûniştinek pêk hat -
Korsîka, Şîlî, Komara Çekê qirkirin nas kirin
Qirkirina li hemberî Ermeniyên li împaratoriya Osmanî dijiyan hat kirin, ji aliyê Meclîsên Şîlî, Komara Çek û Korsîkayê ve hat qebûlkirin. -
Obama: Kuba dewleta 'destekê dide terorê' nîne
Di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kuba de, sûcdariyên terorîzmê yên li Kubayê tên kirin, ji holê tên rakirin. -
Ji komkujiya balînayan a Japonyayê re destûr tine
Japonyaya ku di 25 salên dawî de bi deh hezaran balîna qetil kir, daxwaz kir ku di bin navê lêkolînê de nêçira xwe bidomîne, lê hat redkirin. -
Rûsyayê pêşî li firotina S-300 a ji bo Îranê vekir
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, biryarnameya li ser firotin û radestkirina sîstemên parastina fuzeyê S-300 a ji bo Tehranê, mor kir. -
HRW: Rejîma Sûriye di meha adarê de şeş caran gaza klor bi kar anî
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku rejîma Îranê di adara 2015 şeş caran bombeyên varêl ên gaza klorê bi kar anî. Hate aşkerekirin ku çekên kîmyayî jî hatine bikaranîn. -
Boko Haram ji serê salê ve herî kêm 2 hezar jin û zarok revand
Beriya salekê roja 14’ê nîsanê 276 xwendekarên keç ên dibistana amadeyî li Nîjeryayê ji aliyê rêxistina Îslamî Boko Haram ve hatibûn revandin. Terora rêxistinê berdewam dike. -
Wîlders jî nekarî Pegîda rizgar bike
Tevgera dijberê biyaniyan Pegîda ku di Cotmeha bihurî de li Elmanyayê derket holê, di xwepêşandana bi beşdariya lîderê nîjadperest ê Holandî Geert Wîlders de jî ya hêvî dikir, bi dest nexist. -
Hilbijartinên Îngîlîstanê: Encamên anketan nêzî hev in
Kampanyaya hilbijartinên giştî yên di 7’ê Gulanê li Îngîlîstanê pêk tên, didome. Anket nêzî he vin lê encamên cuda jî derdikevin holê. -
Enqazê City of Cairo ji kûrahiya 5 hezar metreyî hat derxistin
Enqaza keştiya bi navê City of Cairo, ku di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de ji aliyê keştiyên binê avê yên Elman ve hatibû binavkirin, piştî 73 salan li kûrahiya 5 hezar metreyî hat derxistin û bi vî rengî rekoreke dîrokî hat morkirin. -
Ji Wezîrên Karên Derve ji bo Ûkraynayê deklarasyona hevpar
Ji bo sekinandina şerê navxweyî yê Ûkraynayê, Wezîrên Karên Derve yên li Berlînê civiyan yekemcar deklarasyoneke hevpar weşandin. Wezîrên Karên Derve yên Rûs, Elman û Fransayê bang kirin ku çekên giran ji herêmên şer werin vekişandin. -
Kevokên Parîsê diguherin: Gelekî bi xurûr in
Kevokên ku weke qralê bajaran tên pênasekirin, gelo bi xeteriya windabûnê re rû bi rû ne? -
Çîn çûn û hatina Hong Kongê bi sînor dike
Çîn amadekariyan dike ku çûn û hatina şêniyên bajarê Shenzhen ê eyaleta Gûangdongê bi yek vîzeyê re ji bo Hong Kongê, bi sînor bike. -
Ji ber Boko Haram 800 hezar zarok ji cih û warên xwe bûn
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li bakurrojhilatê Nîjeryayê 800 hezar zarok ji ber rêxistina tund a Îslamî Boko Haram neçar man malê xwe biterikînin. -
Galeano jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan û nivîskarê Ûrûgayî Eduardo Hughes Galeano di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Galeano li hember pençeşêrê têdikoşiya. -
Hillary Clinton namzetiya xwe ya ji bo serokatiya DYA aşkera kir
Ji Demokratan Hillary Clinton namzetiya xwe ya ji bo Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkera kir. Ger Clinton bê hilbijartin wê bibe yekem seroka jin a DYA. -
Karkeran li Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb serî hildan
Li welatê Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban piştî karkerek ji qata pêncan ket û jiyana xwe ji dest da, karkeran serî hildan. -
Li Kolombiyayê li dijî 22 generalan lêpirsîna 'kuştinên bê daraz'
Dozgeriya Kolombiyayê li dijî 22 generalên ku tê diyarkirin li dijî sivîlan kuştinên bê daraz pêk anîne, lêpirsîn da destpêkirin.