Hillary Clinton namzetiya xwe ya ji bo serokatiya DYA aşkera kir

Ji Demokratan Hillary Clinton namzetiya xwe ya ji bo Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkera kir. Ger Clinton bê hilbijartin wê bibe yekem seroka jin a DYA.

Ji Demokratan Wezîra Derve ya DYA Hillary Clinton namzetiya xwe ya ji bo Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) aşkera kir. Ger Clinton bê hilbijartin wê bibe yekem seroka jin a DYA.

Hillary Clinton bêyi mîtîngekê li dar bixe, namzetiya xwe ya ji bo serokatiyê bi rêya înternetê aşkera kir. Di vîdeoya ku di malpera www.hillaryclinton.com de hate weşandin hate diyarkirin ku wê senator û wezîra dewletê Clinton di nava Demokratan de namzetiya xwe ya ji hilbijartina pêşwext aşkera kiriye.

Di hilbijartinên pêşwext ên Demokratan de Barack Obama qezenc kiribû.  Li gorî anketan ji sedê 60’ê demokratan destekê didin Clintonê.