Ji YE’yê li dij polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan nerazîbûn
Komîserê Karên Hundir ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîmîtrîs Avrampoulos, nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan, da.
Komîserê Karên Hundir ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîmîtrîs Avrampoulos, nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan, da.
Komîserê Karên Hundir ê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîmîtrîs Avrampoulos, nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkaya Spanyayê ya li hember penaberan, da. Avramopoulos, têkildarî drama penaberan a li anklavên Spanyol a Bakurê Afrîkayê yên li bajarên Ceuta û Melîla de hişyarî kir û got heta penaber negihêjin xeta sînor, bila qanûna têkildarî mudaxaleyê neyê pêkanîn.
Li dora bajarê Ceuta û Melîla dîwarên ku bi metreyan bilindin hatine avakirin û bi hezaran penaber di carekê de êrîşî dîwarên bi têl dikin û ji ber zextê beşek dikevin hundir. Ji bo serlêdana wan a penaberiyê bê qebûlkirin, dîwaran derbas dikin û dikevin bajarê Ceuta yan jî Melîla.
Ji ber vê polîtîkaya Îspanyayê bi hezaran penaber neçar dimînin li herêmên bejayî yên derdora van bajaran bijîn û ji bo sînor derbas bikin jî li bendê demek baş in.
Endamê komîsyonê Dîmîtrîs Avramopoulos ku xwest Îspanya serlêdana penaberan qebûl bike, pêşniyar kir serlêdanên penaberiyê beyî sînor derbas bikin jî dikare bê pêkanîn û got: “Divê ji bo serlêdanên penaberiyê li deriyên sînor derfetên derbasbûnê bên dayîn.”
Daxuyaniya Dîmîtrîs Avramopoulos beriya serdana wî ya ku rojên Duşem û Sêşemê li bajarên Ceuta û Melîla pêk tîne, hat. Di dema serdana komîserê YE’ê de tê plankirin ku wê bi Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy re bê cem hev û rewşa penaberan bigirin dest.
Li gorî qanûna ku di 26’ê Adarê de hatiye qebûlkirin mafê mudaxalekerinê ji bo yekîneya ewlehiya Ceuta û Melîda, hatibû dayîn. Ev qanûn rastî bertekên tund ên Konseya Ewropa û saziyên mafê mirovan hatibû.