Tevgerên Volkanan ên sedem ne diyar, zanistan ditirsîne
Zanistan diyar kirin ku ew bi fikarin ku wê cîhan di pêşerojê de bi teqînên mega yên volkanan re rû bi rû bimîne.
Zanistan diyar kirin ku ew bi fikarin ku wê cîhan di pêşerojê de bi teqînên mega yên volkanan re rû bi rû bimîne.
Zanistan diyar kirin ku ew bi fikarin ku wê cîhan di pêşerojê de bi teqînên mega yên volkanan re rû bi rû bimîne. Di rewşa ku teqîneke ku dişibe teqîna Çiyayê Volkan ya Tambora ya 200 sal berê pêk hat û bû sedema mirina 100 hezar kesî, di roja me ya îro de pêk bê, wê xesarên cidî yên can û mal pêk bîne.
Li gorî nûçeya di kovara Natîonal Geopraphîc de cih girtiye, niha pisporên volkanolojî li ser çiyayên volkan ku tehdîdê li ser cîhanê dike, disekinin. Li gorî kovarê hê nêzî 800 mîlyon kesî li herêmên ku di bin rîska teqîna çiyayên volkanê de ne dijîn.
Çiyayê volkan yê bi navê Tambora, di 10’ê Nîsana 1815’an de pêk hat û rê li ber tinebûna gelê herêmê vekiribû. Di encama teqînê de di navbera 17 hezar û 121 hezar kesî de jiyana xwe ji dest da û hemû jiyana derdora çiya ya 25 km tine bibû.
Zerarên ku teqîna mezin rê li ber vekir, bi vê jî sînor nema û di salekê de beşeke girîng tine bû û beşdarî atmosferê bû. Ewrên toz ên vê koza agir ava kir, li pêş tîna rojê ya bandorê li cîhanê bike, astengî kir û li tevayî cîhanê germahî 1.5 derece kêm bibû. Di encama vê de hilberîna ji xebatên çandinî jî bi awayekî cidî ketibû.
Hema hema hemû welatên cîhanê ji zirarên teqîna Tambora bi bandor mabûn. Ji ber sedema şûnde ketina çandiniyê de li Ewropaya ku ji şerên Napolyon derket de nêzî 100 hezar kes ji birçîna miribû.
800 MÎLYON KES LI HERÊMÊN BI RÎSK DIJÎN
Piştî zanînê di sala 79’an de çiyayê volkan ê Vesuv, bajarê antîk Pompeî tine kiribû. Tê gotin ku teqîna Tabora 20 carî ji ya Vesuf xurttir e û niha îhtîmala ku teqîna Tambora dubare dike heye û di encama teqîneke heyî de wê encam gelek dramatîk bin.
Niha li cîhanê êzî 800 mîlyon kes li nêzî herêmên ku îhtîmala teqînê heye, dijîn. Ev jî fikaran zêde dike. Di nava cihên ku îhtîmala teqîneke aktîf lê hebe, Tokyo, Meksîka Cîty, Napolî û Manîla jî heye.
WÊ RÊ LI BER XESARÊN CIDÎ VEKE
Tevî hemû tedbîrên ku li dijî teqînan bê girtin, îhtîmala ‘sifir rîzîko’ bi giştî wek xeyal tê dîtin. Dema teqîna Îzlandayê ya 2010’an li ber çavan bê girtin, teqîneke di asta navîn de jî bandorek cidî li ser aboriya cîhanê dike. Di encama teqîna Eyjafjallajokull de 100 hezar seferên balafiran hatibûn betalkirin. Zerara wê jî 5 mîlyar dolar hatibû hesabkirin.
Tevî hemû xetereyên ku wê volkanan pêk bîne jî, zanist ketin nava tevgerê. Lê di zanistên volkan de her çiqas pêşketin hebin jî, texmînkirina wê teqîn li ku pêk bê, gelek zehmet e.