Boko Haram ji serê salê ve herî kêm 2 hezar jin û zarok revand
Beriya salekê roja 14’ê nîsanê 276 xwendekarên keç ên dibistana amadeyî li Nîjeryayê ji aliyê rêxistina Îslamî Boko Haram ve hatibûn revandin. Terora rêxistinê berdewam dike.

Ev bûyer di qada navneteweyî de dengek mezin vedabû. Lê sucê rêxistina Boko Haram ne tenê ev e. Li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Efûya Navneteweyî ve hate weşandin ji serê sala 2014 û vir ve herî kêm 2 hezar jin û zarok ji aliyê rêxistinê ve hatin revandin.
Di raporê de nêzî 200 şahid hene. Di nava vana de 28 jin û keçikên ji destê Boko Haram hatine rizgarkirin, jî weke şahid di raporê de cih digirin.
Rêxistina Efûyê, da zanîn ku herî kêm 38 bûyerên revandinên bi komî pêk hatine.
Parêzvanên mafê mirovan bi 80 kesên ku berê bûne rehîne re hevdîtin pêk anîn û ji vana 23 kes piştî hatin revandin beriya bibin kampên Boko Haramê hatine tecawizkirin û paşê reviyane.
Hin jinên ku berê dîl hatibûn girtin, da zanîn ku bi darê zorê karên karanîna çekan û hilberandina teqemeniyan fêrî wan kirine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî xwest Boko Haram ji ber sucên şer û dijî mirovahiyê bê darizandin û ev koma terorîst sala 2014 zêdetirê 4 hezar, sala 2015 jî herî kêm 1500 kes qetil kirine.