Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku rejîma Îranê di adara 2015 şeş caran bombeyên varêl ên gaza klorê bi kar anî. Hate aşkerekirin ku çekên kîmyayî jî hatine bikaranîn.
Alîkarê Rêveberê Maseya Rojhilata Navîn a Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW-Human Rights Watch) Nadim Houry da zanîn ku rejîma Sûriyeyê çekên kîmyayî yên ku bi hevpeymanên navneteweyî hatine qedexekirin kar tîne û bang li îzmakarên hevpeymanên mafê mirovan kir ku nerazîbûn nîşanî vê yekê bidin.
HRW’ê ragihand ku hêzên rejîmê di navbera 16 û 31’ê hezîranê de li herêma Îdlibê şeş êrîş pêk anînye.
Li gorî daneyên HRW’ê 20 jê peywirdarên parastina sivîl bi giştî 206 kes ji gazên kîmyewî bi bandor bûne.
HRW’ê da zanîn ku rejîma Şamê cotmeha 2013’ê peymana qedexekirina çekên kîmyewî îmze kiribû û roja 6’ê adara 2015’ê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi biryarekê ji ber karanîna gaza klorê rejîma Sûriyeyê şermezar kiribû.