Ji Misir û Siûdî Erebîstanê peymana tetbîqateke mezin

Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî û prensê Siûdî yê di heman demê de Wezîrê Parastinê ye Muhammed Bîn Salman li Kahîreyê biryara hevkariyeke nû ya leşkerî dan.

Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî û prensê Siûdî yê di heman demê de Wezîrê Parastinê ye Muhammed Bîn Salman li Kahîreyê biryara hevkariyeke nû ya leşkerî dan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Misrê, El Sîsî û Bîn Salman ji bo tetbîqateke mezin a di nav axên Qraltiya Siûdî Erebîstanê ya berfireh û stratejîk nîqaş bikin biryar girtin ku komîsyoneke leşkerî ava bikin.

Di vê tetbîqatê de tê plankirin ku bi yekîneyên Misir û Siûdî re dewletên kendavên jî tevlî bibin.