Wîlders jî nekarî Pegîda rizgar bike

Tevgera dijberê biyaniyan Pegîda ku di Cotmeha bihurî de li Elmanyayê derket holê, di xwepêşandana bi beşdariya lîderê nîjadperest ê Holandî Geert Wîlders de jî ya hêvî dikir, bi dest nexist.

Tevgera dijberê biyaniyan Pegîda ku di Cotmeha bihurî de li Elmanyayê derket holê, di xwepêşandana bi beşdariya lîderê nîjadperest ê Holandî Geert Wîlders de jî ya hêvî dikir, bi dest nexist. Di xwepêşandana bi beşdariya Wîlders de ku Pegîda li benda beşdariya 30 hezar kesî bû, ji 7 heta 10 hezar kesî beşdarî çêbû.

Tevlîbûna li çalakiyên Tevgera Ewropiyên Welatparêz ên li dijî Îslambûyîna Rojava (Pegîda) yên li Dresdenê, di hefteyên dawî de gelekî kêm bû. Pegîda ku di meha Çileyê de xwe gihand bi qasî 25 hezar kesî, ji bo tevlîbûna li çalakiyên xwe yên hefteya dawî zêde bike, ji derveyî welat destek girt.

Çalakiya bi beşdariya Geert Wîlders a ku bi rojane propaganda wê tê kirin, bi beşdariya 7 heta 10 hezar kesî pêk hat. Organîzator li benda beşdariya 30 hezar kesî bûn.