Korsîka, Şîlî, Komara Çekê qirkirin nas kirin

Qirkirina li hemberî Ermeniyên li împaratoriya Osmanî dijiyan hat kirin, ji aliyê Meclîsên Şîlî, Komara Çek û Korsîkayê ve hat qebûlkirin.

Qirkirina li hemberî Ermeniyên li împaratoriya Osmanî dijiyan hat kirin, ji aliyê Meclîsên Şîlî, Komara Çek û Korsîkayê ve hat qebûlkirin.

Bi nêzîkbûna 24'ê Nîsanê 100. salvegera qirkirina 1915'an re, li gelek deverên cîhanê pêşnûmeyên li ser naskirina qirkirinê tên qebûlkirin.

PARLAMENTA ŞÎLÎ QIRKIRINA ERMENIYAN NAS KIR

Meclîsa Nûneran a Parlamenta Şîlî pêşûmeya li ser Qirkirina Ermeniyan qebûl kir. Ji bo pêşnûmeya bi hejmara N324 78 parlamenteran dengê qebûl, 1 parlamenterî dengê dijber, 3 parlamenteran jî dengê bê alî bikar anîn.

Di pêşnûmeyê de piştevaniya gelê Ermenî tê kirin û Qirkirina 1915'an tê şermezarkirin. Li Meclîsa Nûneran a Şîlî parlamenterên bi eslê xwe Ermenî nîne, lê yekane parlamenterê Misilman Fûad Şahîn ê ji Fîlîstînê, dengê qebûlkirinê da pêşnûmeyê.

Li baskê jorîn ê parlamenta Şîlî Senatoyê, di 5'ê Hezîrana 2007'an de pêşnûmeya li ser Qirkirina Ermeniyan hatibû qebûlkirin.

DI BIRYARA PARLAMENTA ÇEKÊ DE BAL HAT KIŞANDIN SER ÊZIDIYAN

Di 14'ê Nîsanê de Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Nûneran a Parlamenta Çekê, biryara li ser 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan qebûl kir.

Di biryarê de bal hat kişandin ser Peymana Cezakirin û Pêşîgirtina li Qirkirinan a 9'ê Kanûna 1948'an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

Di biryarê de hat gotin, "Tevahiya cîhana medenî wê Qirkirina Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hat kirin, bibîr bîne û serxweşî û piştevaniya Ermeniyên li cîhanê hat kirin. Her wiha komkujiyên li hemberî Suryaniyan, Yewnanên Asya Biçûk û Êzidiyan jî hatin bîranîn."

Di bangawaziyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo pêşîgirtina li sûcê li hemberî mirovahiyê de, nakokiyan bi rêyên aştiyane çareser bike.

MECLÎSA KORSÎKA GOT QIRKIRIN

Meclîsa Korsîkayê di rûniştina duh de qebûl kir ku Ermeniyên li Împaratoriya Osmanî dijiyan di 24'ê Nîsana 1915'an de rastî qirkirinê hatine. Meclîsa Korsîka wê ji meqamên Fransa û Tirk re ragihîne ku Qirkirina Ermeniyan nas dike.