Çîn çûn û hatina Hong Kongê bi sînor dike

Çîn amadekariyan dike ku çûn û hatina şêniyên bajarê Shenzhen ê eyaleta Gûangdongê bi yek vîzeyê re ji bo Hong Kongê, bi sînor bike.

Çîn amadekariyan dike ku çûn û hatina şêniyên bajarê Shenzhen ê eyaleta Gûangdongê bi yek vîzeyê re ji bo Hong Kongê, bi sînor bike.

Li gorî ajansa dewletê ya Çînê Xînhûa, Wezareta Karên Hundir roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev biryar wê di demeke kurt de bikeve meriyetê.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku ev biryar ji ber zêdebûna hêrsa Hong Kongiyan a li tûrîsên ji bo kirîn û firotinê tên, hatiye girtin.

Bi vê bisînorkirinê re Shenzhenî wê di nava hefteyê de karibin bi tenê carekê derbas bibin û nikaribin zêdeyî hefteyekê li vir bimînin.

Rayedarên Hong Kongî diyar kirin ku di sala 2014'an de 47 mîlyon Çîniyan Hong Kong ziyaret kirine.

Piraniya mirovên hatine ziyaretê jî, ji ber ku baca firotinê li Hong Kongê tine ye, eşyayên ji vir dikirin dibin aliyê din ê sînor.

Di mehên dawî de li Hong Kongê li dijî vê bazirganiya paralel a derveyî qanûnan, gelek xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Di hin ji van protestoyan de hin navendên bazarê yên li ser sînor hatin girtin.