PE Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir

Parlamenta Ewropayê (PE) Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir.

Parlamenta Ewropayê (PE) Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan qebûl kir.

Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan a li civata giştî ya Parlamenta Ewropayê hat nirxandin, qebûl bû. Parlamenta Ewropayê qewimînên sala 1915'an wek qirkirinê qebûl kir û bang li Tirkiyeyê kir, ku di sala 100. de Qirkirinê nas bike. Parlamenta Ewropayê di heman demê de ji Tirkiyeyê xwest ku arşîvên xwe veke.

Di xalên Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan de tê destnîşankirin ku 1.5 mîlyon Ermeniyan jiyana xwe ji dest dane û ev bûyer qirkirin e. Di pêşnûmeyê de qirkirin tê şermezarkirin û bang li Tirkiyeyê tê kirin ku di salvegera 100. a Qirkirinê de arşîvên xwe veke, bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne û qirkirinê nas bike.

Di pêşnûmeyê de hat ragihandin ku daxuyaniyên Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû yên li ser serxweşî û naskirina zilma Osmaniyan li Ermeniyan, gavên rast in û xwest protokolên di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de hatine morkirin, bê şert û merc bên erêkirin û bicih werin anîn.

Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku envantera mîrateya çandî ya di sedsala bihurî de veguheriye xirbe, bê derxistin û hat destnîşankirin ku ji bo normalbûyîna têkiliyên di navbera Tirkiye û Ermenîstanê de wê destek ji însiyatîfên civaka sivîl re were dayîn. 

Di pêşnûmeyê de her wiha hat pêşniyarkirin ku "Ji bo Qirkirinê Roja Bîranînê ya Ewropa ya Navneteweyî" were ragihandin.