Rûsyayê pêşî li firotina S-300 a ji bo Îranê vekir

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, biryarnameya li ser firotin û radestkirina sîstemên parastina fuzeyê S-300 a ji bo Tehranê, mor kir.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, biryarnameya li ser firotin û radestkirina sîstemên parastina fuzeyê S-300 a ji bo Tehranê, mor kir.

Li gorî Rûsyayê, peymana çarçoveyê ya bi Îranê re li Lozanê di mijara bernameya nukleerî de hatiye morkirin, destûrê dide vê yekê. Pêwîstî bi bendemayîna li rakirina pêkanînan nîne.

Nerazîbûna destpêkê ya li hemberî vê hewldana Rûsyayê ji Îsraîlê hat. Îsraîlê îdîa kir ku firotina S-300 encama peymana Lozanê ya di 2'ê Nîsanê de Tehran rewa kiriye.

Wezîrê Îstîxbaratê yê Îsraîlê Yûval Steînîtz got, "Ev ragihandin nîşan dide ku, bi rakirina pêkanînan re mezinbûna aboriyê wê ji aliyê Îranê ve ne ji bo gelê Îranê ji bo biçekbûyînê were bikaranîn."

Qesra Spî jî nerazîbûn nîşanî rakirina qedexeya firotinê ya Kremlînê da. Berdevka Wezareta Karên Derve Marîe Harf got, "Ev demeke dirêj e di vê mijarê de em fikar û gumanên xwe tînin ziman."

Sekreterê Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Şamhanî di daxuyaniya xwe ya li serdana Moskowê de anî ziman ku ew hêvîdar in di nava vê salê de bataryayên S-300 werbigirin.

Peymana li ser sîstema fuze ya S-300 di sala 2007'an de hat kirin. Pênc bataryayên parastina hewayî S-300 ên bi buhayê 800 mîlyon dolarî, diviyabû Rûsya radestî Îranê bikira.

Lê belê ev peyman ji ber ambargoya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji ber bernameya nukleerê, di Îlona 2010'an de hatibû sekinandin.

Îran û Rûsya di hedefa pêkanînên aboriyê yên cîhana Rojava de ne. Tehran ji ber bernameya nukleerê, Rûsya jî ji ber krîza Ûkraynayê li pêkanînan rast tên.