Li Kolombiyayê li dijî 22 generalan lêpirsîna 'kuştinên bê daraz'

Dozgeriya Kolombiyayê li dijî 22 generalên ku tê diyarkirin li dijî sivîlan kuştinên bê daraz pêk anîne, lêpirsîn da destpêkirin.

Dozgeriya Kolombiyayê li dijî 22 generalên ku tê diyarkirin li dijî sivîlan kuştinên bê daraz pêk anîne, lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgerê Kolombiyayî Eduardo Montelegre bi xizmên qurbanan re civiya û diyar kir ku heta niha nêzî 800 endamên hêzên ewlekariyê ji ber van dozan hatine mehkûmkirin.

Dozger da zanîn ku ji ber kuştinên bê daraz doz li 22 generalan hatiye destpêkirin.

Weke dewleta Tirk salên 1990’an li Bakurê Kurdistanê, li Kolombiyayê jî bi sedan kesên sivîl hatin kuştin û diavêtin stûyê gerîlayan.

Tê diyarkirin ku ev fermandarên leşkeran ji bo bikarin terfî bibin û bên xelatkirin, binketina artêşa ya li hemberî gerîlayan veşêrin, bi fermana fermandarên xwe gelek kes qetil kirine.

Li gorî daneyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) nêzî 4300 sivîl kesên sivîl bi destê leşkerên Kolombiyayê hatine kuştin.