Ji komkujiya balînayan a Japonyayê re destûr tine
Japonyaya ku di 25 salên dawî de bi deh hezaran balîna qetil kir, daxwaz kir ku di bin navê lêkolînê de nêçira xwe bidomîne, lê hat redkirin.
Japonyaya ku di 25 salên dawî de bi deh hezaran balîna qetil kir, daxwaz kir ku di bin navê lêkolînê de nêçira xwe bidomîne, lê hat redkirin.
Japonyaya di 25 salên dawî de bi deh hezaran balîna qetil kir, daxwaz kir ku di bin navê lêkolînê de nêçira xwe bidomîne, lê hat redkirin. Parêzvanên mafê sewalan û hawirdorparêzan ev wek ‘hîleyek mezin’ bi nav kir û biryara têkildarî neçîra balînayan de wê di meha pêş de bê dayîn.
Komîsyona Neçîra Balînayan a Navneteweyî (IWC) diyar kir ku ew ê destûrê nedin neçîra balînayan a Japonyayê. Li gorî IWC’ê armanca neçîra balînayan ne xebatên zanistî ye, armanc bazirganî ye.
Di biryara ku ji aliyê Dîwana Edeletê ya Navneteweyî (ICJ) ya li Laheyê ye, hatiye girtin, biryar hat dayîn ku neçîra balînayan a li Okyanûsa Antartîka ya derdora cemsera başûrê Japonyayê bê sekinandin. Japonyayê li hember vê biryarê, planek nû da IWC û got ku ew ê tenê cureyê balînayên mînke bigirin û vê jî ji bo xebatên zanistî dikin.
Heyeta pispor a IWC ev plana Japonyayê di cih de nedît û got ku divê Japonya zêdetir agahiyê bide.
Li gorî nûçeya di ajansa Jîjî Press de cih girtiye, wê Japonya plana xwe ji nû ve li ber çavan derbas bike û pêşkêşî heyeta pispor bike. Tê payîn ku IWC di meha Gulanê de biryara xwe bide û eger biryara erênî derkeve wê Japonaya dîsa dest bi neçîra balînayan bike.
DI BIN NAVÊ LÊKOLÎNA ZANISTÎ DE, TÊN GIRTIN Û GOŞTÊ WAN TÊ FIROTIN
Agahiyên têkildarî mijarê de di Îna buhrî de derketin holê û nûçeyên wekê wê heta dawiya meha Gulanê 51 balînayên mînke bên girtin, hatibûn weşandin.
Pisporê Greenpeace Thîlo Maack got ku biryara IWC’ê gelek erênî ye û ti eleqeya van bi xebatên zanistî nîne û lêkolînên heta niha Japonyayê kirine, encamek zanistî dernexistiye holê. Maack bi lêv kir ku ev bi armanca bazirganiyê tên kirin.