Obama: Kuba dewleta 'destekê dide terorê' nîne
Di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kuba de, sûcdariyên terorîzmê yên li Kubayê tên kirin, ji holê tên rakirin.
Di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kuba de, sûcdariyên terorîzmê yên li Kubayê tên kirin, ji holê tên rakirin.
Di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kuba de, sûcdariyên terorîzmê yên li Kubayê tên kirin, ji holê tên rakirin. Serokê DYA Obama daxwaza xwe ya ji bo derxistina navê Kuba ji lîsteya 'dewletên destekê didin terorê' ji Kongreyê re ragihand.
Di daxuyaniya Qesra Spî de hat destnîşankirin ku aliyên lihevnekirî yên di navbera rêveberiya DYA û hikûmeta Kubayê de hene, lê belê tevî vê yekê jî pêkanîn û biryarên siyasî yên Kubayê nabe bikeve kategoriya 'dewleta destekê dide terorîzmê'.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Kubayê di 6 mehên dawî de bi ti awayî destek neda terorîzma navneteweyî."
Ji bo vê daxwaza Serokê DYA, divê senator heta 45 rojan bersivê bidin.
Kuba ji sala 1982'an û vir ve di lîsteya DYA ya 'welatên destekê didin terorê' de cih digirt. Ev biryar ji aliyê Serokê DYA yê demê Ronald Reagan ve hatibû girtin û ji bo vê jî desteka ji bo ETA û gerîlayê FARC'ê hatibû nîşandan.
Di lîsteya DYA ya 'dewletên destekê didin terorê' de Sûriye, Sûdan û Îran jî hene.
Eger Kuba ji lîsteyê were derxistin, vekirina sefaretxaneyê jî di nav de wê gelek astengiyên li pêşiya Kubayê rabin.