Hikûmet Kolombiyayê agirbest sekinand
Hikûmeta Kolombiyayê, piştî pevçûna di navbera hêzên artêşê û gerîlayên FARC'ê ragihand ku agirbesta ji bo hevdîtinên aştiyê hat îlankirin, hatiye rawestandin.

Piştî pevçûna li garnîzo û derdora wê ya li herêma Caûca ya li rojavayê welêt, ku di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 17 leşker birîndar bûn, Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos daxuyaniyek da û diyar kir ku wî fermana rawestandina êrîşên hewayî yên li hemberî mewziyên FARC'ê betal kiriye.
FARC û hikûmeta Kolombiyayê ji sala 2012'an û vir ve hevdîtinên aştiyê dimeşandin.
Di şerê ku êzî 50 sal in dewam dike de zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Hevdîtinên aştiyê yên li paytexta Kuba Havana dihat meşandin jî bi pêş ve çûbûn û paqijkirina mayînan jî di nav de di hin mijaran de li hev hatibû kirin.
Der barê binpêkirina agirbestê de FARC'ê hînê ti daxuyanî nedaye. FARC'ê beriya niha bi 5 mehan agirbest ragihandibû.