Hûsî li derbenda stratejîk a Bab-ul Mendep in

Tevî bombardûmana zêde ya koalîsyona Ereban jî, mîlîsên Şîî Hûsî ketin baregeha leşkerî ya ji derbenda Bab-ul Mendep a stratejîk re vedibe.

Tevî bombardûmana zêde ya koalîsyona Ereban jî, mîlîsên Şîî Hûsî ketin baregeha leşkerî ya ji derbenda Bab-ul Mendep a stratejîk re vedibe.

Li navçeya Dadad a li başûrê rojavayê Yemenê, leşkerên Yekîneya Zirxî ya 17. destûr dan derbasbûna Hûsiyan. Siûdî Erebîstanê ev 6 roj in ji hewayê bombardûman dikir.

Derbenda Bab-ul Mendep a deriyê ketina Derya Sor e û Yemenê ji Cîbutî vediketîne ji bo bazirganiya deryayê ya navneteweyî xwedî cihekî girîng e.

Ev derbend di van hefteyên dawî de bibû mjara pevçûna esasî ya şerê li Yemenê dide.

Her roj ji kendava Ereb û Fars 3,8 mîlyon varîl petrol di vê derbendê re derbas dibe.