Enqazê City of Cairo ji kûrahiya 5 hezar metreyî hat derxistin

Enqaza keştiya bi navê City of Cairo, ku di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de ji aliyê keştiyên binê avê yên Elman ve hatibû binavkirin, piştî 73 salan li kûrahiya 5 hezar metreyî hat derxistin û bi vî rengî rekoreke dîrokî hat morkirin.

Di çarçoveya operasyona hevpar a Fransa û Îngilîstanê de, ekîban xwe gihandin keştiya dîrokî ya xezîneyê ku di 6'ê Mijdara 1942'an de li peravên Afrîkayê hatibû binavkirin. Di keştiya ku yekemcar cihê wê di salên 80'yî de hatibû tespîtkirin de, 7 hezar ton barê Qraliyeta Brîtanyayê û 100 ton pereyê zîv hebû.

Tê texmînkirin ku nirxê pereyê zîv ê li keştiyê, niha 50 mîlyon Dolar e. Tê nîqaşkirin ku ev pere wê ji Îngilîstanê re yan jî Hîndîstanê re were dayîn. Pereyên zîv di wê demê de ji aliyê Hîndîstanê ve hatibû çapkirin, ku Hîndîstan hingî di bin mêtîngeriya Brîtanyayê de bû.

Enqaza keştiya bi navê City of Cairo, ku ji aliyê kargeha bi navê Deep Ocean Search (DOS) ve hat derxistin, li kûrahiya 5 hezar 150 metreyî ya Okyanûsa Atlantîtê bû. Tevî ku cihê keştiyê dihat zanîn jî heta niha ti ekîban nekarî xwe berdin nava nuqteya keştî lê bû.

Beriya niha beşek ji enqaza keştiya bi navê Tîtanîc ji kûrahiya 3 hezar 800 metreyî hatibû derxistin.